Cendirmeyan Turkiyê li sînorê Girê Spî li 2 ciwanan dan
Welat TV - Hewlêr
Du kes li ser sînor, li Girê Spî rastî lêdanê ji aliyê cendirmeyên Turkiyê ve hatin.
Li gorî Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, dema du kesên ji Reqayê hewl dida bi şêweyekî ne rewa di Girê Spî re derbasî nav xaka Turkiyê bibin, ji aliyê cendirmeyan ve hatin girtin, û li wan dan û ew careke din vegerandin.
Duh, jêderan dabû zanîn, dema ku çend kesan hewl dida ji nêzîkî gundê Qermoxê li gundewarê Kobaniyê bi qaçaxî derbasî Turkiyê bibin, rastî gulebaranê ji aliyê Cendirmeyan ve hatin, di encamê de kesek hat kuştin, her weha yek birîndar bû.