Li gundewarên Dirbêsiyê û Amûdê bi dehan donim ji zeviyên genim şewitîn

Li gundewarên Dirbêsiyê û Amûdê bi dehan donim ji zeviyên genim şewitîn
Li gundewarên Dirbêsiyê û Amûdê bi dehan donim ji zeviyên genim şewitîn

Welat TV - Hewlêr

Agir girte zeviyên genim li gundewarên Dirbêsiyê û Amûdê û rûberên berfireh şewitîn.

Îro agir girte zeviyên genim yên gundên Melek û Delîkê li gundewarê Dirbêsiyê.

Jêderekê ji gundewarê Dirbêsiyê ji Welat TV re got ku nêzîkî 450 donim ji zeviyên genim ku hîn nehatine çinîn, şewitîn.

Li gundê Kerengo yê Amûdê jî agir girte zeviyên çandiniyê, û li gorî zanyariyên Welat TV nêzîkî 30 donim zeviyên genim şewitîn.

Ew agir bi alîkariya xelkê deverê û tîmên vemirandinê hatin kontrolkirin.

Ji destpêka werzê çinînê ve li deverên cuda yên Cizîra Rojavayê Kurdistanê hejmarek berfireh ji zeviyan şewitîne û ziyanên madî yên mezin gihiştine cotkaran.