Jêdereke ji SPC bo Welat TV: Dibe ku petrola Herêma Kurdistanê bi rêya hêla Rimêlan - Banyas were veguhestin
Welat TV - Hewlêr
Kompaniya Sûrî ya Petrolê tendereke navdewletî bi nirxê 2.7 milyar dolarên Emerîkî ji bo avakirina hêleke veguhestina petrolê ragihand ku rojane 400 hezar bermîlên petrola xav ji zeviyên Rimêlanê bo bendera Banyasê li berava Sûriyê veguhêze, û dibe ku petrola Herêma Kurdistanê bi deryaya Spî ve girêbide.
Kompaniya Sûrî ya Petrolê li ser malpera xwe ya fermî ragihandiye ku 20 Tîrmeha bê dawîn roj e ji bo pêşkêşkirinê bo tenderê.
Li gorî Kompaniya Sûrî, dirêjahiya hêla veguhestina petrolê dê 645 KM bin û divê kompaniya ku wê ava bike gerentiyan pêşkêş bike ku ew hêl dê bi awayekî baş û berdewam kar bike bo heyama 40 salî.
Di vê derbarê de, jêderekê ji Kompaniya Sûrî ya Petrolê ji Welat TV re da zanîn ku kompaniya HKN a Emerîk di destpêka vê mehê de rêkeftinek bi Kompaniya Sûrî ya Petrolê re îmze kiriye ji bo weberhînanê li zeviyên petrolê yên Rimêlanê bo heyama 25 salan.
Li gorî wê jêderê, dibe ku kompaniya Emerîkî petrola zeviyên Sersing ên li parêzgeha Duhokê li Herêma Kurdistanê, ku weberhênanê li wan zeviyan jî dike, veguhêze Rimêlanê û piştre bi rêya wê hêlê veguhêze bendera Banyasê.