Rêjîma Sûriyê li Helebê ciwanekî kurd bin çav kir
Welat TV - Hewlêr
Li bajarê Helebê, hêzên ewlehiyê ciwanekî kurd bin çav kir.
Jêdereke taybet ji Welat TV re ragihand: Hêzên ewlehiyê ciwanê kurd Luqman Reşîd Osman li çarêya Basil li bajarê Helebê girt.
Da zanîn: Berê wî li Libnanê bû, bi behaneya dîtina 100 dolarî hatiye girtin.
Eşkere kir: ji 22 meha Nîsana borî ve girtî ye, ta niha çarenivîsa wî ne diyar e.
Jêderê got: Luqman ji şêniyên navçeya Şiyê ya herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê ye, dixwest berê xwe bide Libnanê lê li ser rê hat girtin.