Biryaya qedexekirina motoran li deverên Cizêrê kete warê bicîkirinê de
Welat TV - Hewlêr
Biryara qedexekirina motoran kete warê bicîkirinê de û li Dêrik û Girkê Legê dewrî belav bûn.
Rêveberiya Giştî ya Çûnûhatinê li parêzgeha Hesekê ragihand ku îro dewriyên çûnûhatinê li bajarên Dêrik û Girkê Legê belev bûn û gerên xwe berfireh kirin, ji bo bicîkirina biryara qedexekirina motoran.
Beriya niha, biryara qedexkirina ajotina motoran li bajarên Rojavayê Kurdistanê derketibû, û molet bi ajokaran hatibû dan ku şûngiran ji matoran re bibînin, îro jî biryar kete warê bicîkirinê de.
Biryarê karvedanên zêde li cem xelkê derxistine, û welatî dibêjin beşekî mezin ji hejar û kêmdahatan ên ku karê wan bi rêya motoran bi rê ve diçe dê ziyanê ji biryarê bibînin.