Serok Barzanî û Serokê Saziya Hewalgiriya Neteweyî ya Turkiyê civiyan
Welat TV - Hewlêr
Serok Barzanî û Serokê Saziya Hewalgiriya Neteweyî ya Turkiyê Ibrahîm Kalin bihêzkirina peywendiyan û hemahengiya di navbera Herêma Kurdistanê, Iraq û Turkiyê de gotûbêj kir.
Baregeha Barzanî ragihand, Roja Çarşemê 1ê Tîrmeha 2026an li Pîrmamê, Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Serokê Saziya Hewalgiriya Neteweyî ya Turkiyê Ibrahîm Kalin û şandeke pê re kir.
Baregehê da zanîn, "Di hevdîtinê de, her du aliyan derbarê geşedan û guhertinên dawî yên herêmê û astengiyên li pêşiya aramî û ewlehiya herêmê de danustandina bîr û ramanan kirin".
Di hevdîtinê de, "Tekezî li ser geşepêdana peywendiyan û hemahengiya di navbera Herêma Kurdistanê, Iraq û Turkiyê di warên cuda de hat kirin".