Li Dêrikê xwepêşandan bi rê ve çû

Li Dêrikê xwepêşandan bi rê ve çû

Welat TV - Hewlêr

Li Dêrikê xwepêşandan bi rê ve çû tê de banga başkirina rewşa jiyanê û pûçkirina biryara qedexekirina motoran hate kirin.

Îro 2yê Tîrmeha 2026an, li bajarê Dêrikê hejmarek kes derketin xwepêşandanê, xwepêşanderan banga başkirina rewşa jiyanê, dabînkirina elektrîk û avê û daxistina nirxê sotemeniyê kir. Her weha banga pûçkirina biryara qedexekirina motoran hate kirin.

Nêzîkî 2 hefteyan e xwepêşandan li deverên cuda yên Rojavayê Kurdistanê derdikevin, xwepêşander diruşmên li dijî bilinbûna nirxan bilind dikin.