Koçberkiriyekî Serê Kaniyê di bûyereke çûnûhatinê de jiyana xwe ji dest da

Koçberkiriyekî Serê Kaniyê di bûyereke çûnûhatinê de jiyana xwe ji dest da

Welat TV - Hewlêr 

Bûyereke çûnûhatinê li ser rêya Dirbêsiyê – Hesekê çêbû, di encamê de kesekî ji koçberkiriyên Serê Kaniyê jiyana xwe ji dest da.

Jêderên xwecihî da zanîn ku bûyer li devera Til Bêder çêbû, dema otombîla zavayekî ku li gel hejmarek otombîlên din diçûn şahiyê, li motorekê li ser rê da, di encamê de ajokarê motorê yê bi navê Idrîs Ibrahîm ku koçberkiriyekî Serê Kaniyê ye, jiyana xwe ji dest da.

Jêderan got ku otombîla zavayê jî ji rê derket û wergeriya her weha termê qurbanî bo nexweşxaneyeke Hesekê hate veguhestin û peywendî bi kesûkarên wî re hate kirin.