Kirêya foksan ji Hesekê berev bajar û bajarokên din hate bilindkirin

Kirêya foksan ji Hesekê berev bajar û bajarokên din hate bilindkirin

Welat TV - Hewlêr 

Kirêya foksên hêla giştî ji Hesekê berev bajar û bajarokên din hate bilindkirin.

Li gorî jêderên xwecihî ji Hesekê, xwediyên foksên hêla giştî berev bajar û bajarokên din, kirê bilind kirin bê ku biryareke fermî di vê derbarê de hebe.

*Kirê jî weha hatine bilindkirin:

*ji Hesekê ta Qamişlo ji 15 hezaran bûye 30 hezar lîreyên Sûrî.

*ji Hesekê ta Amûdê ji 12 hezar û 15 hezaran bûye di navbera 25 hezar û 30 hezarî de.

*Ji Hesekê ta Til Temirê kirê ji 10 hezar bûye 15 hezar lîreyên Sûrî.

Ev yek jî bû cihê gazina welatiyan, ji aliyê xwe ve xwediyên foksan dibêjin ku pirsgirêk girêdayî negihiştin û bêparkirina pişka wan a mazotê ye.