Li Dirbêsiyê xwepêşandan li dijî têkçûna rewşa jiyanê bi rê ve çû
Welat TV - Hewlêr
Li bajarê Dirbêsiyê xwepêşandanek li dijî buhabûna sotemeniyê û têkçûna rewşa jiyanê derket.
Îro, 5ê Tîrmeha 2026an, bi dehan ji xelkê Dirbêsiyê li navenda bajêr derketin xwepêşandanê.
Xwepêşanderan diruşm li dijî bilindbûna nirxên kelûpelan û sotemeniyê û têkçûna rewşa jiyanê bilind kirin.
Xwepêşanderan her weha bang li aliyên pêwendîdar kir ku di zûtirîn dem de çareseriyek were dîtin.