Serok Barzanî sersaxiyê bi koçbarkirina pêşmergeyekî Komara Kurdistanê û şoreşên Êlûn û Gulanê dixwaze

Serok Barzanî sersaxiyê bi koçbarkirina pêşmergeyekî Komara Kurdistanê û şoreşên Êlûn û Gulanê dixwaze

Welat TV - Hewlêr

Serok Mesûd Barzanî peyameke sersaxiyê bi koçbarkirina pêşmergeyekî Komara Kurdistanê û her du şoreşên Êlûn û Gulanê belav kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de got, "Bi mixabinî û xemeke zor me nûçeya koçbarkirina pêşmergeyê Komara Kurdistanê li Mehabadê û yek ji alîkarên Barzaniyê Nemir li Yekîtiya Soviyet her weha pêşmergeyê her du şoreşên Êlûn û Gulanê Kazim Şanederî, bihîst".

Serok Barzanî got, "Kazim Şanederî yek ji şagirtên Rêbaza Barzaniyê nemir bû, weke qehremanekî her dem jiyana xwe ji bo doza gelê Kurdistanê terxan kiribû. Jiyan û berdewamiya xebatê nimûne û waneyeke pir buha ji bo hemû tekoşer û niştîmanperwerên Kurdistanê bû".

Di dawiya peyama xwe de serok Barzanî got, "Sersaxiyê ji malbat û kesûkarê Xwedêjêrazî Kazim Şanederî û hemû Pêşmerge, xebatkar û niştîmanperwerên Kurdistanê dixwazin, û xwe bi hevbeşê xema wan dizanin. Li ber Xwedayê mezin digerin ku ruhê wî di bihuşta berîn de şad bike, û aramiyeke bide hemû aliyan".