2 teqîn li Şama çêbûn û Elysee tekez dike: "Macron deng nebihîstiye"

2 teqîn li Şama çêbûn û Elysee tekez dike:

Welat TV - Hewlêr

2 teqîn li nêzîkî cihê mana serokê Fransayê li Şama paytexta Sûriyê çêbûn.

Îro 7 Tîrmeha 2026an, 2 teqîn li nêzîkî Wezareta geştiyariyê li Şamê çêbûn.

Teqîn li pira Vîktorya li nêzîkî cihê mana serokê Fransayê Emmanuel Macron çêbûne.

Jêdereke ewlehî ya Sûriyê da zanîn ku du mayînên çandî li Şamê teqiyan û lêkolînên ewlehî derbarê teqînê berdewam in.

Jêderê tekez kir ku her du mayînên çandî bi awayekî destpêkî hatine çêkirin û hêzên ewlehiyê lêkolînê di vê derbarê de dikin ji bo naskirina berpirsên di ber teqînê de.

*"Macron dengê tu teqînan nebihîst"

Ji aliyê xwe ve, Koşka Elysee da zanîn ku serokê Fransayê Emmanuel Macron dengê tu teqînan li Şamê nebihîst û tu guhertin di bernameya hevdîtinên Macron de çênebûne.

Koşka Elysee di daxuyaneiyekê de got, dema ku berê Macron li Koşka Gel bû li Şamê da ku bi El-Şeri´ re bicive, wî dengê tu teqînan nebihîst û bernameya hevdîtinên Macron li Şamê weke xwe maye û tu gehrtin tê de çênebûne.