Kompaniya Total a Fransî hêlên veguhestina petrolê ji Iraqê bo Sûriyê ava dike
Welat TV - Hewlêr
Kompaniya Total a Fransî dê hêlên veguhestina petrolê ji Iraq bo Sûriyê ava bike.
Wezîrê Enerjiyê yê Sûriyê Mihmemed Beşîr ji ajansa Sana re ragihand ku kompaniya total dixwaze derbasî warê girêdana herêmî bibe ji bo hinardekirina petrola Iraqê bi rêya Sûriyê.
Beşîr diyar kir ku rola kompaniya Total dê sereke be di avakirina hêlên veguhestina petrolê de ji Iraq bo bendera banyasê li berava Sûriyê.
Mihemed Beşîr got jî ku beriya niha wan bi kompaniya Fransî re rêkeftinek îmze kiriye ji bo lêgerînê li petrolê di Deryaya Spî de.
4ê Tîrmehê, Iraqê ragihand ku wê li ser nirxandina pirojeyeke stratejîk ji bo veguhestina petrola xav bi rêya hêla Besre – Banyas, erê kiriye.
Her weha ji Nîsana sala bûrî ve, Sûriyê û Iraqê danûstandinan dikin ji bo nûjenkirina hêla veguhestinê Kerkûk - Banyas.
Kompaniya total yek ji 6 kompaniyên herî mezin ên petrol ye li cîhanê di warê lêgerîna li petrolê û derxistina petrol û xazê de kar dike.
Her weha bixwîne.. Jêdereke ji SPC bo Welat TV: Dibe ku petrola Herêma Kurdistanê bi rêya hêla Rimêlan - Banyas were veguhestin