Bûyereke çûnûhatinê li ser Tirbespiyê - Qamişlo çêbû

Bûyereke çûnûhatinê li ser Tirbespiyê - Qamişlo çêbû

Welat TV - Hewlêr 

Li ser rêya Tirbespiyê - Qamişlo bûyereke çûnûhatinê çêbû û ziyanên madî hatine tomarkirin.

Îro 11ê Tîrmeha 2026an, li ser rêya Tirbespiyê – Qamişlo, barhilgireke biçûk ji bin kontrola ajokar derket û ji rê derket û wergeriya.

Li gorî zanyariyan bûyer bi sedema leza zêde bû, û ziyan bi tenê madî ne.

Ji destpêka vê salê hejmarek bûyerên çûnûhatinê li deverên cuda yên Cizîra Rojavayê Kurdistanê çêbûne, di encamê de qurbanî ketine û ziyanên madî hatine tomarkirin.