Serok Barzanî: Nav û helwestên Graham dê di bîra xelkê Kurdistanê de bimînin

Serok Barzanî: Nav û helwestên Graham dê di bîra xelkê Kurdistanê de bimînin

Welat TV - Hewlêr 

Serok Barzanî peyameke sersaxiyê bi koça dawî ya Lindsey Graham belav kir tê de weke piştevanekî dilsoz ê mafên gelê Kurdistanê bi nav kir.

Serok Barzanî di peyamekê de got, "Bi mixabiniyeke mezin nûçeya koça dawî ya dostê gelê Kurd Senator Lindsey Graham gihîşt me".

Serok Barzanî diyar kir, "Nav û helwestên Graham, weke piştevanekî dilsoz ê mafên rewa yên gelê Kurdistanê, dê her dem di bîra xelkê Kurdistanê de bi bilindî bimînin".

Serok Barzanî sersaxî ji malbata wî hemû dost û naskiriyên wî re xwest û got, "Em hevbeşê xema wan in û canê wî şad be, û aramiyê ji malbat û kesûkarên wî re dixwazin".