ENKS û şanda rêxistina Azadiya Olan a Emerîkî civiyan

ENKS û şanda rêxistina Azadiya Olan a Emerîkî civiyan

Welat TV - Hewlêr 

Encûmena Niştîmanî ya Kurdî û şandeke Rêxistina Azadiya olan a Emerîkî, pêşhateyên siyasî û doza Kurdî gotûbêj kir.

Duh, 12 Tîrmeha 2026an, Serokatiya ENKS li Qamişlo li gel şandeke Rêxistina Azadiya olan bi serokatiya Nadîn Mênza civiya.

*Naveroka Civînê

Serokatiya ENKSê di daxuyaniyeke fermî de got, di civînê de dawîn pêşhate li Sûriyê û deverê, pêşhateyên doza Kurdî, û mafên netewî û siyasî yên miletê Kurd di çarçoveya hewlên dîtina çareseriyeke siyasî ya giştgir de li Sûriyê hatin gotûbêjkirin.

Serokatiya ENKS tekezî li giringiya çareseriyeke siyasî ya dadmend ku mafên rewa yên miletê Kurd di destûrê de gerentî bike, û kar ji bo avakirina Sûriyeya piralî nenavendî, kir.

Di civînê de giringiya parastina pirengiya, olî, netewî û çandî li Sûriyê hate gotûbêjkirin.