Hejmara nişteciyên Sûriyê gihiştiye 25.4 milyon kesî

Hejmara nişteciyên Sûriyê gihiştiye 25.4 milyon kesî

Welat TV - Hewlêr

Hejmara nişteciyên Sûriyê gihiştiye 25.4 milyon kesî.

Serokê desteya pilandanan û serjimêriyê ya Sûriyê Enes Selîm ji kenala fermî re da zanîn ku îsal hejmara nişteciyên Sûriyê gihiştiye 25.4 milyon kesî.

Enes Selîm diyar kir ku ji bilî hejmara nişteciyên Sûriyê, derdora 3.7 milyon Sûrî li derveyî welêt dijîn.

Li gorî Enes tê pêşbînîkirin ku hejmara nişteciyên Sûriyê sala 2030 bigihe derdora 28.9 milyon kesî.

Di Sibata bûrî de, rêxistina koçberiyê ya navdewletî da zanîn ku ji hilweşîna Esed ve, 1.14 milyon kes ji derveyî Sûriyê vegeriyane welatê xwe û derdora 1.99 milyon derbiderî ji kampan vegeriyane deverên xwe.