Libnanê girtina serkirdeyekî DAIŞê ku regeznameya wî Sûrî ye ragihand
Welat TV - Hewlêr
Libnanê ragihand ku hêzên wê serkirdeyekî rêxistina DAIŞ a terorîst ku regeznameya wî Sûrî ye girt.
Ewlehiya navxwe ya Libananê îro di daxuyaniyekê de got ku hêzên wê 30 Hezîrana bûrî serkirdeyekî DAIŞê ku jidayîkbûyê sala 1994an e û regeznameya wî Sûrî ye girtiye.
Daxuyaniyê diyar kir ku ew serkirdeyê DAIŞê dema ku hate girtin di posta Mîrê elwhiya giştî de li wîlayetên başûr û navend ên rêxistina terorîst li Sûriyê bû.
Li gorî daxuyaniyê, ew serkirdeyê DAIŞê yê ku hatiye girtin çalakî û proseyên ewlehî yên rêxistina terorîst li başûr û navenda Sûriyê bi rê ve dibirin.