Hêzên Turkiyê ji gundekî Efrînê vekişiyan: "Hîn li 6 gundên din in"

Welat TV - Hewlêr 

Hêzên Turkiyê ji gundê Basilê yê Efrînê vekişiyan û nêzîkî 50 malî vegeriyan.

Îro 13 Tîrmeha 2026an, piştî 8 salan, hêzên Turkiyê ji gundê Basilê yê navçeya Şêrawa vekişiyan û nêzîkî 50 malî vegeriyane gundê xwe.

Welatiyekî gund bi navê Yehya Şebabo piştî 8 salan vegeriya gundê xwe lê mal bi temamî têk çûye, derî û pencere jê hatine dizîn.

Şebabo di rêya Welat TV bang li hikûmet û rêxistinên mafên mirovan kir ku wan qerebo bikin.

*7 baregeh in

Li gorî şopandina Welat TV, baregehên Hêzên Turkiyê li Efrînê 7 baregeh in ji sala 2018an ve hatine avakirin, 5 ji wan li nav gundan in, şêniyên gundan ta niha ji vegerê qedexekirî ne.

*Navçeya Şêrawa:

Gundê Basilê, 300 mal e îro 50 mal vegeriyane

Gundê Cilbirê 110 mal e

*Navçeya Raco:

Gundê Dêrwîş 200 mal e

Gundê Çiyê 70 mal e

*Navçeya Bilbilê:

Gundê Şêxorzê (Jorîn) Zêdetirî 300 malî ye

Ji bilî her 5 gundên navbûrî du baregehek li nêzîkî Gundê Kîmarê û Gundê Serê Kaniyê (Kefercenê) li navçeya Şera hene.