10 sal in hunermendê Kurdistanî Bavê Selah koça dawiyê kiriye
Welat TV - Hewlêr
Îro 14ê Tîrmeha 2026an, 10 sal li ser koçbarkirina hunermendê Kurdistanî Bavê Selah re derbas dibin.
Bavê Selah yek ji hunermendên Kurd e yên ku folklor û destanên Kurdî vejandine.
Navê wî Ebdulrehman Omer e lê bi Bavê Selan tê naskirin jidayîbûyê sala 1952yan e.
Di jiyana xwe ya hunerî de xwediyê berhemên dewlemend e û bi dehan stran û dastan weke Siyamend û Xecê, Delal, Edûlê û Derîşê Evdê gotine.
Di 14ê Tîrmeha sala 2016an de koça dawiyê kir û li gundê Gorda yê Efrînê bi xakê hat spartin.
Salane, salvegera wî tê vejandin, îsal ji aliyê xwecihiya Efrînê ya Encûmena Niştîmanîya Kurdî ve hat vejandin.