Karê ceneratorên elekitrîkê li bajarê Dirbêsiyê rawestiya
Welat TV - Hewlêr
Karê ceneratorên elekitrîkê li bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wî rawestiya.
Jêderên xwecihî da zanîn ku îro karê ceneratorên elekitrîkê li Dirbêsiyê û gundewarê wî rawestiya.
Li gorî jêderan, karê ceneratoran ji ber nebûna para teybet a mazotê rawestiyaye.
Hejmara ceneratorên belavkirina elekitrîkê li bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wî derdora 77an e.
Niha li Dirbêsiyê bi tenê elekitrîka hikûmî berdest e, ku rojane elekitrîkê 6 demjimêran dabîn dike.