Trump: El-Şeri´ dê serederiyê bi "Hizbulah" re bike
Welat TV - Hewlêr
Serokê Emerîka Donald Trump da zanîn ku serokê Sûriyê Ehmed El-Şeri´ dê serederiyê bi “Hizbulah” a Libnanî re bike.
Donald Trump ev yek ji tora Fox News a Emerîkî re ragihand û diyar kir ku El-Şeri´ dê bi awayekî cuda serederiyê bi wê doseyê re bike û avahiyan wêran nake.
Li gorî Trump, El-Şeri´ dixwaze ku serederiyê bi “Hizbulah” re bike û ew ê ji Israîlê wirdtir be di wê yekê de.
Trump got jî: Dê baş be ku Isarîl dubare belavkirinekê ji hêzên xwe re li Libnanê bike û giringiyê bide Îranê ku ew doza mezin e.
Beriya niha malpera Axios a Emerîkî ji berpirsine Emerîkî û Israîlî vehuhest ku Donald Trump peywendiyeke telefonî li gel serokwezîrên Israîlê Benjamin Netanyahu encam daye û jê xwestiye ku hêzên Israîlê ji Sûriyê û Libnanê vekişin.
Nivîsgeha serokwezîrên Israîlê jî da zanîn: Netanyahu gotiye ku pêwîstiya Israîlê bi deverên ewlehî li ser dirêjahiya sînor heye.