Serokwezîrên Iraqê êrîşên li ser Hewlêrê şermezar dike: "Em ê rêkaran bistînin"

Serokwezîrên Iraqê êrîşên li ser Hewlêrê şermezar dike:

Welat TV - Hewlêr 

Serokwezîrên Iraqê êrîşên bi dronan li ser Hewlêrê şermezar kirin û got ev êrîş nikarin viyana gel bişkînin.

Serokwezîrên Iraqê Elî El-Zeydî di daxuyaniyekê de li ser Platforma "X"ê got, "Em bi tundî êrîşa bi dronan ya li ser Hewlêrê şermezar dikin û em çavên xwe beramber van hewldanên gunehkar nagirin".

El-Zeydî tekez kir ku "Ev cure hewldan nikarin viyana gel û xweragiriya wan ji nav bibin".

El-Zeydî da zanîn, "Me ferman daye dezgeh û saziyên ewlehiyê yên pêwendîdar ku hemahengiyê li gel hêzên ewlehiyê li Herêma Kurdistanê bikin da ku rêkar werin standin û rê li ber dubarebûna êrîşan were girtin".

*8 dron

Dijeterora Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, ku duh hêzên Hevpeymaniya Navdewletî 8 dronên bombekirî li esmanê bajarê Hewlêrê xistin xwarê.