Lîstikvan Fîras Ismaîl di bûyereke cûnûhatinê de li Turkiyê canê xwe ji dest da

Lîstikvan Fîras Ismaîl di bûyereke cûnûhatinê de li Turkiyê canê xwe ji dest da

Welat TV - Hewlêr

Lîstikvanê topa pê yê Sûrî Fîras Ismaîl di bûyereke cûnûhatinê de li Turkiyê canê xwe ji dest da.

Fîras Ismaîl beriya 2 rojan li bajarê Semsûn li Turkiyê rastî bûyereke çûnûhatinê hat û bi giranî birîndar bû, bo nexweşxaneyeke bajêr hate veguhestin lê ji ber birînên xwe yên giran îro canê xwe ji dest da.

Ismaîl lîstikvanê berê yê bijardeya Sûriyê bû û yek ji stêrkên yeney Kerame bû her weha di nava refên yaneya Zaxo de jî lîstibû.

Fîras Ismaîl jidayîkbûyê Şamê, sala 1983ya bû, ji sala 2016an ve li Turkiyê dima.