Beşê Zimanê Kurdî li zanîngeha Başak Şehîr li Babê tê vekirin

Welat TV - Hewlêr

Wezareta Xwendina Bilind a Sûriyê li ser vekirina beşê Zimanê Kurdî li zanîngeha Başak Şehîr li bajarê Babê li gundewarê Helebê, erê kir.

Wezîrê Xwendina Bilind Merwan Helebî bi biryara jimare 652 li ser vekirina 5 beşên nû li zanîngeha Başak Şehîr li Babê, erê kir, ew jî evin: Zimanê Kurdî, Zîrekiya Destkird, Zanistin Darayî û Bankî, Taqîgehên Pizîşkî û Baxçeyên Zarokan.

Li gorî biryarê, divê ew 5 beşên nû ta heyama salekê werin vekirin bi mercê peydabûna pêdiviyên madî û mirovî.

Zanîngeha Başak Şehîr zanîngeheke taybet e, sala 2021ê li Babê hate vekirin, bi ser Ekadîmiya Başak Şehîr a Zanistên Erebî û Îslamî ve ye ku baregeha wê li bajarê Stenbolê li Turkiyê ye.