Jêdereke Sûrî: Êrîşa Îranê nêzîkî Tenefê bû û ziyan tune ne

Jêdereke Sûrî: Êrîşa Îranê nêzîkî Tenefê bû û ziyan tune ne

Welat TV - Hewlêr

Pasdarên Îranê ragihand ku wan navendeke Emerîkî li devera Tenefê ya Sûriyê bombebaran kiriye û hejmarek serbazên Emerîkî hatine kuştin, jêderên leşkerî yên Sûriyê jî armanckirina bingeha Tenefê red dikin.

Pasdarên Îranê îro da zanîn ku wan êrîşî navendeke fermandariyê ya operasyonên taybet a Emerîkî li devera Tenefê li nêzîkî sînorê Iraqê li başûrê Sûriyê kiriye.

Li gorî Pasdarên Îranê, di êrîşê de hejmarek serbazên Emerîkî hatine kuştin, û sîstemeke radarê û hejmarek helîkopterên taybet bi operasyonên Emerîkî ji nav birin.

*Jêderên Sûrî êrîş red kir

Jêdereke keşkerî ya Sûrî jî ji Ajansa AFP daxuyaniya Pasdarên îranê red kir û got ku bingeha Tenefê rastî tu êrîşên Îranî nehatiye.

Jêdereke din a leşkerî ya Sûrî ji Reuters re daye zanîn ku, Îranê êrîşek li nêzîkî tenefê encam daye û tu ziyan nehatine tomarkirin.

Daxuyaniya pasdarên Îranê derbarê êrîşa li bingeha Tenef tê, piştî êrîşên Emerîka li Îranê ku Fermandariya Hêzên Navendî ya Emerîkî CENTCOMê ragihandibû, wê şeva bo şeşem roj li pey hev, êrîşî bi dehan navendên leşkerî yên Îranê kiriye.

*Bingeha Tenef

Bingeha Tenef li başûrê rojhilatê parêzgeha Himsê ye, sala 2016an ji aliyê Hevpeymaniya navdewletî ve hatiye avakirin, ji bo rahênankirina hêzên opozisyona Sûriyê ji bo şerê rêxistina DAIŞ a terorîst û girtina rê li pêş tevgera milîsên bi ser Îranê ve li deverê, bingeha Tenef derdora 24 km li rojavayê dergehê Tenef – Welîd yê sînorî di navbera Sûriyê û Iraqê de ye.

Sibata bûrî artêşa Emerîka ragihand ku wan vekişana xwe ji bingeha Tenefê temam kir, û wezareta Berevaniyê ya Sûriyê jî gotibû hêzên wê li bingeha Tenefê belav bûn.

*Dergehê Tenef - Welîd

Ev demeke piştî girjiyên li tengava Hirmuzê, beşek ji petrola Iraqê bi rêya dergehê Welîd – Tenef derbasî Sûriyê dibe û bi rêya deryaya Spî tê hinradekirin.

Duh Wezareta navxwe ya Sûriyê ragihand ku hêzên wê derbaskirina barekî çekan ji Iraqê bo Hizbulah a Libnanî ku di hindir tankerekê de veşartîbû li ser sînorê Sûrî – Iraqî têk bir.