Sûriyê û Emerîka: Bingeha Tenef rastî tu êrîşan nehatiye

Sûriyê û Emerîka: Bingeha Tenef rastî tu êrîşan nehatiye

Welat TV - Hewlêr

Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê û Fermandariya Navendî ya Hêzên Emerîkî (CENTCOM) ragihand ku bingeha Tenef rastî tu êrîşên Îranê nehatiye.

Jêderekê ji Wezareta Berevaniyê ya Sûriyê ji kenala fermî ya Sûriyê re da zanîn ku bingeha Tenef rastî tu êrîşan nehatiye.

Wê jêderê her weha diyar kir ku tu hebûneke leşkerî ya Emerîkî di hindirê wê bingehê de nîn e.

CENTCOMê jî da zanîn ku nûçeyên hêzên Îranê derbarê êrîşa li ser bingeha Tenef ne rast in û tu serbazên Emerîkayê li deverê nehatine kuştin an dîlkirin.

Îro Pasdarên Îranê ragihandibû ku wan êrîşî bingeha Tenef li Sûriyê kiriye û hejmarek serbazên Emerîkî kuştine.