Şêwekar Hîva Kîkanî li Helebê koça dawî kir

Şêwekar Hîva Kîkanî li Helebê koça dawî kir

Welat TV - Hewlêr

Şêwekara Kurd Hîva Isamaîl li Helebê rastî kirîzeke dil hat û canê xwe ji dest da.

Îro Şêwekar Hîva Isamaîl ku bi Hîva Kîkanî dihat naskirin, piştî çend demjimêran ji encamdana neştergeriya gewriyê di nexweşxaneya Ze´îm de li Helebê, rastî kirîzeke dil hat û canê xwe ji dest da.

Hîva derçûya peymangeha şêwekariyê bû di zanîngeha Helebê de û di gelek çalakî û pêşengehên hûnerî de li deverên cuda yên Rojavayê Kurdistanê beşdarî bûbû.

Her weha Şêwekar Hîva Ismaîl bo heyama 9 salan mamûste bû di peymangeha bajarê Kobaniyê de û gelek şagirtên wê hebûn.

Hîva ji gundê Kîkan ê bajarê Kobaniyê ye û îro 17 Tîrmehê di temenê 35 salî de koça dawî kir.