Penaberekî Tirbespiyê di bûyereke hatûçûnê de jiyana xwe ji dest da
Welat TV – Hewlêr
Penaberekî Rojavayê Kurdistanê, di encama bûyereke hatûçûnê de li Herêma Kurdistanê jiyana xwe ji dest da.
Jêderekê ji malbatê ji Welat TV re da zanîn: Hisên Hecî beriya demekê li bajarê Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê rastî bûyereke hatûçûnê hatibû, û bi dijwarî birîndar bûbû.
Da diyarkirin: Ji 2 heftiyan ve di nexweşxaneyê de ye û bê hiş ma bû, îro 5ê Gulanê ji ber giraniya birînên xwe jiyana xwe ji dest da.
Hisên Hecî ji şêniyên gundê Gir Dahol ê ser bi bajarê Tirbesiyê yê gundewarê Qamişlo ye, li kampa Qoştepe ya penaberên Rojavayê Kurdistanê niştecî bû.