Wezareta Derve ya Sûriyê êrîşên li ser Herêma Kurdistanê şermezar dike

Wezareta Derve ya Sûriyê êrîşên li ser Herêma Kurdistanê şermezar dike

Welat TV - Hewlêr 

Wezareta Derve ya Sûriyê êrîşên li ser Herêma Kurdistanê û welatên Erebî şermezar kirin û banga rêzgirtina li serwerî û yasayên navdewletî kir.

Wezareta Derve ya Sûriyê îro 18ê Tîrmeha 2026an, di daxuyaniyekê de got, "Em bi tundî êrîşên Îranê yên berdewam li ser Herêma Kurdistanê, Kiwêt, Urdin, Behrên û Umanê şermezar dikin".

Wezaretê da diyarkirin, "Em van kiryarên ku dibin sedema têkdana aramiya navçeyê red dikin û binpêkirin in ji yasayên navdewletî û netewên yekgirtî".

Wezareta Derve ya Sûriyê banga rêzgirtina li serwerî û yasayên navdewletî kir û got Divê rêz li serweriya welatan were girtin.