Li bajarê Ezazê, şer, xwepêşandan û alozî derketin
Welat TV - Hewlêr
Li bajarê Ezazê yê gundewarê Helebê şerûpevçûn û girjî derketin û hêzên ewlehiyê yên zêde li deverê belav bûn.
Rêveberiya Ewlehiya Navxwe li Helebê ragihand, ku şeva bûrî dema ku dewriyeke wê destewrdan kir da ku şerûpevçûnên çekdarî di navbera hejmarek alî de li bajarê Ezazê rawestîne, ew dewrî rastî gulebaranê hat, lewma hêzên ewlehiyê yên zêde hatin şiyandin.
Hevdemê vê yekê jî bi dehan kes ji xelkê bajarê Ezazê derketin xwepêşandanê, û daxwaz kir ku sivîl werin parastin û ji aliyê nakokdaran ve neyên armanckirin.
Rêveberê Devera Ezazê û Fermandarê Ewlehiya Navxwe ya Helebê, li gel hejmarek ji rûspî û kesayetiyên bajêr civiyan, û pêşhateyên wan bûyeran gotûbêj kirin.
Li gorî Ragihandina Devera Ezazê, di civînê de tekezî hate kirin ku serweriya yasayê lêveger be, û rewşa awarte jî ya ku hêzên ewlehiyê ragihandibû hate bidawîkirin.