Heleb.. Zarokekî di êrîşekê rêjîmê de canê xwe ji dest da
Welat TV – Hewlêr
Zarokekî li gundewarê Helebê di encama êrîşeke mûşekî ya rêjîma Sûrî de êvara borî canê xwe ji dest da.
Dezgeha Berevaniya Sivîl ya Sûrî rgihand, êvara Yekşemê di encama êrîşeke mûşekî de li bajarokê Elebzemo li parêzgeha Helebê, zarokê bi navê Qeys Hac Şe´ban canê xwe ji dest da û dayika wî birîndar bû.
Berevaniya Sivîl diyar kir, Qeys derbider e ji bajarokê Kifir Emê yê Helebê ye, ji ber şer li gel malbata xwe derbiderî Elebzemo bibû.
Roja Şemiyê jî, di encama êrîşekê de li gundê Elxoz li rojhilatê bajarê Babê, sivîlekî canê xwe ji dest da û zarokek birîndar bû.
Berevaniya Sivîl diyar kir, ev êrîş yasaya navdewletî ya mirovî binpê dikin û êş û azarên sivîlan zêde dikin di demekê de ye ku civaka navdewletî bi berpirsyaretiya xwe di sizakirina encamderên van êrîşan de ranabe.