Barrack: Pêşeroja Siwêdayê di çarçoveya Sûriyeya yekgirtî de ye

Barrack: Pêşeroja Siwêdayê di çarçoveya Sûriyeya yekgirtî de ye

Welat TV - Hewlêr

Şandiyê taybet yê Emerîka bo Sûriyê Tom Barrack got, pêşeroja Siwêdayê di çarçoveya Sûriyeya yekgirtî de ye.

Barrack di belavokekê de li ser platforma "X" got, "Lêpirsîn bingeha sereke ya lihevhatinê ye li Sûriyê û raportên derbarê dadgehkirina encamderên binpêkirinan li Siwêdayê gaveke mezin in berev vegera baweriyê bi dezgehên Hikûmeta Sûriyê".

Şandiyê taybet yê Emerîka got, "Em hewlên Hikûmeta Sûriyê ji bo pêkanîna lêpirsînê û bihêzkirina dubare yekbûna Sûriyê dinerxînin, û pêşeroja Siwêda di Sûriyeya yekgirtî û xwedî serwerî de ye, ku Durzî beşekî resen jê bin".