Westgeha Ava Elok îro bi fermî tê vekirin
Welat TV - Hewlêr
Westgeha Ava Elok li gundewarê Serê Kaniyê îro bi Fermî tê vekirin.
Jêderekê ji Hesekê ji Welat TV re da zanîn, ku Wezîrê Enerjiyê Mihemed Beşîr, Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed û hejmarek endamên Encûmena Gel û Desteya Siyasî yên ji Hesekê, berê xwe da gundewarê Serê Kaniyê.
Jêderê diyar kir jî ku îro bi fermî Westgeha Ava Elok tê vekirin.
*Çakirina Westgeha Elok
Di rojên bûrî de karên çakirina Westgeha Elok û boriyên avê temam bûn û av weke têst berev Hesekê û gundewarê wê hate berdan.
Rêveberiya ava Hesekê hişyarî dabû welatiyan ku di qonaxa têstê de avê ji bo vexwarinê bi kar neyînin.
*Jêdera sereke ye
Ava westgeha Elok jêdera sereke ya avê ye, ji bo Hesekê û bajarokê Til Temirê û gundewarê wan, ew av ji 2019an ve piştî ku Turkiyê û grûpên bi ser ve derbasî Serê Kaniyê û Girê Spî bûn, hat birîn.
Biryar bû di destpêka vê mehê de ava Elok bihatiba berdan lê karên nûjenkirina westgehê û hêla veguhestina avê hîn bi dawî nebûbûn.