Malbatên koçberkirî li Şehbayê banga vegereke ewleh dikin

Welat TV - Hewlêr

Hîn gelek mabatên koçberkirî di navendên vehewendinê de li Şehbayê di şer û mercên zehmet de dijîn û banga vegereke ewleh dikin.

Tevî îmzekirina rêkeftina 29ê Çileyê di navbera hikûmetê û HSDê de, ku vegera koçberkiriyan bo warê wan li xwe digire, hîn ew malbat nehatine vegerandin.

*”Koçberkiriyên li Şehbayê hatine paşguhkirin”

Endamê Komîteya Korbenda Şehba ya Civakî Hisên Welo ji Welat TV re da zanî ku malbatên koçberkirî li Şehbayê hatine paşguhkirin.

Zarokên ku gelek ji wan li navendên vehewendinê dûr ji ware bav û bapîrên xwe ji dayîk bûn, ji gelek mafên zaroktiyê yên bingehîn bêpar in vê yekê jî bandoreke xerab li ser derûniya wan kiriye.

*”Em vegereke ewleh dixwazin”

Suzan Osê û Cim´e Kalo ku ji koçberkiriyên li Şehabyê ne dixwazin ku dema ew vegerin warê xwe, gerentî ji bo wan werin pêşkêş kirin da ku bizanibin jiyana wan piştî vegerê dê parastî be.

29ê Çileya 2026an, piştî şer û pevçûnan hikûmeta Sûriyê û HSDê rêkeftinek îmze kir, yek ji xalên wê rêkeftinê vegera ewleh a koçberkiriyan li xwe digire, jê wê demê ve beşek ji koçberkiriyan vegeriyane deverên xwe û beşekî jî hîn li benda vegereke ewleh e da ku êdî çîrokên koçberiyê yên dilêş bi dawî werin.