Rewşa bajarê Kobaniyê xerab e û xelk banga çareseriyan dikin
Welat TV - Hewlêr
Rewşa bajarê Kobaniyê li ser hemû astan xerab e û çalakvan û xelkê bajêr banga çareseriyan dikin.
Jêderên xwecihî da zanîn ku li nava bajêr diziya motorsîklan zêde bûye û li ser rêyên Kobaniyê jî rewşên talankirinê çêbûne.
Jêderan diyar kir ku kirîza sotemeniyê dijwar e û nirx giran in li gorî karînên welatiyan, ku nirxê litra benzînê bi 1.1 dolarî ye, nirxê litra mazotê bi 93 sêntan e û cereya xaza malan jî bi 11.5 dolaran e.
Li gorî wan jêderan, rewşa xizmetguzarî li ser hemû astan li bajêr xerab e û gilî û gazinên welatiyan tên paşguhkirin.
Ev çend roj in, çalakvan û xelkê bajêr li ser torên civakî nerazîbûna xwe ji rewşa bajêr didin xuyakirin û bangê li aliyên peywendîdar dikin ji bo dîtina çareseriyan ji rewşa Kobaniyê re.