Dozgeriya Giştî ya Sûriyê banga bidarvekirina Wesîm Esed dike

Dozgeriya Giştî ya Sûriyê banga bidarvekirina Wesîm Esed dike

Welat TV - Hewlêr

Dozgeriya Giştî ya Sûriyê banga bidarvekirina Wesîm Esed dike û dadgehê dadgehkirina wî bo 29ê vê mehê paş xist.

Desteya Niştîmanî ya Dadweriya Veguhêz îro ragihand ku Dozgeriya Giştî banga bidarvekirina Wesîm Esed kiriye ji ber encamdana wî ji tawanan re, bazirganî û belavkirina madeyên hişber û destdirêjiya li ser selametiya welatiyan û aştiya civakî.

Desteyê da zanîn ku Wesîm Esed jî ew tomet red kirin û banga dilovanî û dadweriyê kir.

Desteya Niştîmanî ya Dadweriya Veguhêz ku dadgehê dadgehkirina Wesîm Esed bo 29ê Tîrmehê paş xist.

21ê Hezîrana sala bûrî, Wesîm Esed pismamê serokê rêjîma Sûrî ya hilweşandî Beşar Esed hate girtin û 24ê wê mehê yekem rûniştinên dadgehkirina wî dest pê kir.