Wezîrê Xwendina Bilind û Parêzgarê Hesekê pêşxistina kolêjên zanîngeha Feratê gotûbêj kir

Wezîrê Xwendina Bilind û Parêzgarê Hesekê pêşxistina kolêjên zanîngeha Feratê gotûbêj kir

Welat TV - Hewlêr

Wezîrê Xwendina Bilind yê Sûriyê Merwan Helebî û Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed pêşxistina kolêjên zanîngeha Feratê gotûbêj kir.

Îro Merwan Helebî û Nerûdîn Ehmed bi amadebûna serokê zanîngeha Feratê Munîr Arûd li Hesekê civiyan.

Wezareta Xwndina Bilind ragihand ku di civînê de, rewşa xwendina bilind û mîkanîzmên bicîkirina piroseya tevlîkirinê hatin gotûbêjkiri.

Li gorî wezaretê, ew civîn ji bo başkirina ximetguzariyên xwendinê û bihêzkirina seqamgîrî û pêşxistina saziyên xwendina bilind li parêzgehê ye.

Zanîngeha Feratê zanîngeheke hikûmî ye, sala 2006an hatiye avakirin û baregeha wê ya sereke li Dêr Zorê ye, 11 kolêjên wê li Dêra Zorê ne, 8 kolêjên wê li Hesekê ne û 6 kolêjên wê li Reqayê ne.