Xêrxwaziya Barzanî çalakiyeke dilxweşker ji zarokên penaber re li dar xist

Xêrxwaziya Barzanî çalakiyeke dilxweşker ji zarokên penaber re li dar xist

Welat TV - Hewlêr 

Îro 22 Tîrmeha 2026an, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî çalakiyeke dilxweşker ji zarokên penaber ên Rojavayê Kurdistanê re li kampa Basirme li Hewlêrê li dar xist.

Nûçegihan Welat TV got, Xêrxwaziya Barzanî çalakiyeke dilxweşker ji bo zarokan li navenda Tîrêj a Rewşenbîrî li kampa Basirme li dar xist, tê de hejmareke zarok û malbatên wan beşdar bûn.

Di wê çalakiyê de, hunermend Ronîcan Hiso çend stran pêşkêş kirin her weha Koma Qamişlo ya folklorî tabloyeke hunerî pêşkêş kir.

"Em ê berdewam bin"

Berpirsê doseya Sûriyê di Xêrxwaziya Barzanî de Rewac Hacî ji Welat TV re da zanîn, "Em ê di xizmeta penaberên Rojavayê Kurdistanê de berdewam bin, û bi berdewamî em çalakiyên weha dilxweşker bi rê ve dibin ji bo ku dibin sedema sivikirina êş û azarên zarokan.

Ji aliyê xwe ve, hunermend Ronîcan Hiso jî diyar kir ku ew amade ye bi rêya hunera xwe xizmeta penaberên Rojavayê Kurdistanê bike.