Tankeke av bi 5 dolaran e.. Hin taxên Kobaniyê bê av in

Welat TV - Hewlêr

Kirîza avê li bajarê Kobaniyê dijwar bûye û ev demeke av ji torên sereke nagihe gelek taxên bajarê Kobaniyê bi taybetî taxên bilind û ên li kêleka bajêr.

Gelek malbat neçar dibin ava vexwainê bikirin ku nirxê dagirtina tankeke avê ku ji 5 bermîlan pêk tê 60 hezar lîreyên Sûrî yên kevin e wate nêzîkî 5 dolarên Emerîkî, ev nirx jî gelekî bilind e li gorî karînên welatiyan.

Li gorî saziya avê li Kobaniyê, lawazbûna elekitrîkê ji sedemên sereke yên kirîza avê ye û bidawîbûna kirîza aavê li ser çareserkirina pirsgirêka elekitrîkê radiweste.

*Têçûna avê ya mehane

Di havînê de, eger malbatek avê kêm xerc bike, pêwîstiya wê bi derdora 20 tanekên avê di mehekê de heye, wate li taxên ku av nagihe wan, têçûna ava vexwarinê ya mehane ji her malbatekê re derdora 100 dolarên Emerîkî ye ku qasî mûçeyê karmendekî yê mehekê ye, ev yek jî azarên welatiyan zêde dike ku rewşa xizmetguzarî li Kobaniyê li ser hemû astan xerab e û nirxên pêdviyên jiyana rojane li gorî karînên welatiyan bilind in.

Çalakvan û xelkê Kobaniyê ji rewşê ne razî ne û bangê li aliyên peywendîdar dikin ji bo dîtina çareseriyan ji rewşa Kobaniyê re.