Berpirsê bajarê Kobaniyê: Em ê asankariyan pêşkêş bikin ji bo wergirtina genim cotkaran
Welat TV - Hewlêr
Berpirsê bajarê Kobaniyê Mihemed Mihemed tekez kir ku ew ê hemû asankariyan pêşkêş bikin ji bo misogerkirina wergirtina genim ji hemû cotkaran.
Berpirsê bajarê Kobaniyê ev yek di serdanekê de li gel nivîsgeha şopandinê ya rêveberiya deverê serdana sayloya wergirtina genim li gundê Rovî kir û hevdîtin li gel cotkar û rêveberiya wê navendê encam dan.
Rêveberiya devera Kobaniyê diyar kir ku Mihemed Mihemed di serdanê de guh daye nêrînên cotkaran derbarê proseya wergirtina genim û rewşa kar li gel rêveberiya sayloyê gotûbêj kir.
Rêveberiya devera Kobaniyê da zanîn jî: Mihemed tekez kir ku ew ê hemû asankariyan pêşkêş bikin ji bo misogerkirina wergirtina genim ji hemû cotkaran.
Li devera Kobaniyê 4 saylo ji bo wergirtina genim hene, dema ku cotkar genimê xwe radest dikin lîsteyên wergirtina genim ji aliyê rêveberiyên sayloyan ve bo Helebê tên rakirin û piştre pere bo cotkaran tên şandin.