Bi pêkhateyan re dicive.. Emîndarê Giştî yê Netewên Yekgirtî sibe digihe Sûriyê
Welat TV - Hewlêr
Emîndarê Giştî yê Netewên Yekgirtî António Guterres sibe digihe Sûriyê, li gel serokê Sûriyê Ehmed Şeri´ û pêkhateyên Sûriyê re dicive û serdana Colanê dike.
Berdevkê Emîndarê Giştî yê Netewên Yekgirtî Stéphane Dujarric da zanîn ku tê payîn António Guterres ku îro bigihe Urdunê û ji wir biçe Sûriyê.
*”Sûriyeyeke nû bo hemû Sûriyan”
Dujarric got jî: Roja Şemiyê li Şamê, tê payîn ku Guterres bi berpirsên bilind ên Sûriyê re bicive, di nav wan de Serok Ehmed Şeri´ û Wezîrê Derve Esad Şeybanî.
Li gorî Dujarric, Guterres dê di serdana xwe de bide xuyakirin ku dem hatiye ji bo avakirina bingehên Sûriyeyeke aramtir, hemerengtir û dewlemendtir ji bo hemû gelê Sûriyê.
*”Serdana Colanê”
Berdevkê Emîndarê Giştî yê Netewên Yekgirtî diyar kir ku Guterres dê serdanên meydanî encam bide di nav wan de, serdana hêzên parastina aştiyê yên navnetewî yên ku bi navê UNDOF tên naskirin û ji sala 1974an ve li devera tampon li Colanê dimînin bike ji bo parastina agirbestê di navbera Sûriyê û Israîlê de.
*”Civîna bi pêkhateyan re”
Dujarric got jî: Emîndarê Giştî yê Netewên Yekgirtî dê bi komên jinan, nûnerên civaka sivîl û yên pêkhateyan re bicive û roja Duşemê, tê pêşbînîkirin ku li Encûmena Gel a nû ya Sûriyê gotarekê pêşkêş bike û berî ku ji Sûriyê derkeve, ew ê bi rojnamevanan re li Şamê konfêransa rojnamevanî li dar bixe û piştre dê biçe Qubrisê.
Serdana Guterres bo Şamê yekem serdana Emîndarê Giştî yê Netewên Yekgirtî ye bo Sûriyê ji sala 2009an ve ku wê demê Emîndarê Giştî Ban Kî Mon serdana Sûriyê kiribû.