Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya semînareke siyasî li Til Eranê li dar xist
Welat TV - Hewlêr
Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya semînareke siyasî li bajarokê Til Eranê yê gundewarê Helebê li dar xist, tê de dawîn rewşa siyasî û meydanî li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê hatin gotûbêjkirin.
Semînar ji aliyê serkirdeyê PDK-S Mislim Mihemed ve hat pêşkêşkirin, û bêtîrî 100 kesî ji xelkê Til Hasil û Til Eranê lê amade bûn, her weha endamê Encûmena Gel Umer Xerîbo jî amade bû.
Di semînarê de pabendbûna xelkê Til Hasil û Til Eranê bi ziman, nasnameya netewî û çanda xwe ya Kurdî bilind hat nirxandin, ku tevî hemû zehmetî û astengiyan pabend man û nasnameya xwe ya netewî ya Kurdî parast.
*Qonaxên şoreşa Sûriyê
Semînarê, nirxandineke giştgir ji qonaxên şoreşa Sûriyê re kir, û dawîn pêşhatên siyasî û meydanî li ser asta Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê bi giştî û rola Encûmena Niştîmanî ya Kurd tê de, gotûbêj kirin.
*Qonaxa nû
Semînarê bal kişand li ser qonaxa nû ya ku Sûriyê tê re derbas dibe, ku pêdivî bi karê hemû pêkhateyên Sûriyê heye ji bo avakirina Sûriyeke nû ku hemû pêkhate û xelkê xwe li xwe bigire.
Semînarê tekezî li ser girîngiya van çalakiyan û pêwendiya rasterast li gel xelkê deverê kir.