Kongira Fedrasyona Nivîskarên Kurdistanî - Diyaspora bi rê ve çû
Welat TV - Hewlêr
Îro 25ê Tîrmeha 2026an, li Elmanya, yekem kongira Fedrasyona Nivîskarên Kurdistanî-Diyaspora, bi rê ve çû.
Kongira Fedrasyona Nivîskarên Kurdistanî - Diyaspora bi amadebûn û serperiştiya Serperiştyarê Konfedrasyona Revenda Kurdistanî Şîfa Barzanî bi rê ve çû.
Nivîskar Narîn Umer ji Welat TV re got, Ji her çar parçên Kurdistanê di kongireyê de amade bûn, nivîskar ji hemû welatên Ewropa, Emerîka, Keneda û Ursturliya beşdar bûn.
*Armanc
Umer da zanîn, Armanc ji kongireyê avakirina zemîn û bingehekê ji bo geşkirin û nasandina wêjeya Kurdî ye, û gotûbêjkirina çawaniya têkeliya wê li gel kultur û wêjeya nû ya cîhanê ye, her weha ji bo avakirina nasnameyeke yekgirtî û wêjeyeke nûjen û azad a Kurdî ye.