Lihevkirin li ser girtina konê ku banga şer dikir li Hesekê çêbû
Welat TV - Hewlêr
Şanda Serokatiya Sûriyê li gel êlên Ereban ên li Mêlebiyê kon vedayî civiya û li ser girtina kon li hev kirin.
Rêveberiya Ragihandina Hesekê da zanîn, şandeke Tîma Serokatiyê ku ji Sêf Cerba û rêvebirê rêveberiya karûbarên siyasî li parêzgeha Hesekê Ebas Hisên pêk dihat, seredana konê Mêlebiyê kir û civînek li dar xist.
Rêveberiya Ragihandina Hesekê got jî, di civînê daxwaza bilezkirina gavên tevlîbûnê li gorî rêkeftina Hikûmetê û HSD ya 29ê Çileyê , û çareserkirina sedemên girjiyan û bihêzkirina ewlehiyê hate kirin.
*"Berdewamiya diyalog û pêwendiyan"
Her weha tekezî li ser giringiya berdewamiya diyalog û pêwendiyan li gel tevaya pêkhateyên deverê hate kirin. Rêveberiya Ragihandina Hesekê diyar kir, piştî civînê jî lihevkirinli ser girtina konê li Mêlebiyê çêbû.
*"Konê şer"
Ji çend rojan ve hin êlên Ereban, konek bi navê "konê şer" li gundê Mêlebiyê yê Hesekê vedabû, tê de çek hatibûn hilgirtin û banga şer bi HSD re dikir.