Şandeke parêzgeha Hesekê amadekariyên vekirina dergehê Qamişlo - Nisêbîn şopandin
Welat TV - Hewlêr
Cîgirê parêzgarê Hesekê û rêveberê dergehê Sêmalka amadekariyên vekirina dergehê Qamişlo - Nisêbîn şopandin.
Îro cîgirê parêzgarê Hesekê Ehmed Hîlalî û rêvberê dergehê Sêmalka Hemed Hemûd gereke meydanî bo dergehê Qamişlo - Nisêbîn encam da.
Şandê qonaxên amadekirina dergehê ji bo kar weke rakirina mayînan û pêwîstiyên teknîkî û lojistîk ji nêzîk ve şopand.
Beriya 3 rojan, Serokê Desteya Giştî ya Dergeh û Gumrikê ya Sûriyê Quteybe Bedewî da zanîn ku Dergehê Qamişlo - Nisêbîn destpêka sala 2027an tê vekirin.
Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Bazirganiyê yê Turkiyê Umer Bolat, di korbenda Weberhênanê ya Sûrî - Turkî de, ragihand ku kar bilez tê kirin ku berya dawiya salê Dergehê Nisêbîn – Qamişlo, li pêş tevgera bazirganî û rêwiyan û tranzîtê were vekirin.