Tîmên Efrînê û Hesekê di lîstika dawîn a qehremaniya Rojava de pêşberî hev dibin
Welat TV - Hewlêr
Tîma Efrîn û ya Hesekê di lîstika dawîn a qehremaniya Rojava ya topa pê de li bajarê Hanover yê Elmanya pêşberî hev dibin.
Tîmên Efrîn û Hesekê piştî serkeftinê di lîstikên bi tîmên Kobanî û Qamişlo re gihiştin lîstika dawîn.
Tîma Efrînê gihişt lîstika dawîn piştî serkeftina wê di lîstika bi tîma Kobaniyê re (1 – 0).
Tîma Hesekê jî lîstika dawîn piştî serkeftina wê di lîstika bi tîma Qamişlo re bi pênaltî (4 – 3), piştî ku lîstika wan (1 - 1) bi dawî bû.
Qehremaniya Rojava ya topa pê îşev bi dawî dibe û yek ji tîmên Efrîn û Hesekê dibe qehremanê pêşbirkê, ku sala bûrî di yekem gera pêşbirkê de Efrînê bû qehremanê wê.