Îro salvegera teqîna bajarê Qamişlo ye: "Zêdetirî 235 kesan bûne qurbanî"
Welat TV - Hewlêr
Îro 10 sal li ser teqîna bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê re derbas dibin, ku di encamê de zêdetirî 235 kesan bûne qurbanî.
Beriya 10 salan di 27ê Tîrmeha sala 2016an de bajarê Qamişlo rastî teqîneke bihêz hat.
*Bi sedan şehîd û birîndar
Teqîn bi rêya barhilgireke bombekirî li navenda bajêr taxa Rojavat (Xerbî) hat encamdan, di teqînê de bi dehan sivîl şehîd bûn û bi sedan birîndar bûn.
*Amarên nefermî
Li gorî amarên nefermî 62 kes şehîd bûn û 177 kes jî birîndar bûn, her weha bi dehan mal, avahî, dukan, û otombîl di teqînê de ziyan dîtin.
*"DAIŞê li xwe girtiye"
Li gorî çalakvanan, rêxistina DAIŞê ya terorîst di wê demê de bihêz bû, ew teqîn li xwe girt, û berpirsiyaretiya xwe ragihand.
Salane şêniyên Rojavayê Kurdistanê wê teqînê bi bîr tînin, û banga bicîkirina dadweriyê dikin.