Konsulê Koriyaya Başûr rola Serok Barzanî ya neteweyî û niştîmanî bilind dinirxîne

Konsulê Koriyaya Başûr rola Serok Barzanî ya neteweyî û niştîmanî bilind dinirxîne

Welat TV - Hewlêr 

Serok Mesûd Barzanî û Konsulê Giştî yê Koriyaya Başûr Un Gyu Shim li Hewlêrê civiyan, tê de pêşxistina têkilî û hemahengiyê di warên perwerde, tenduristî û warên din hat tekezkirin.

Baregeha Barzanî ragihand, ku di hevdîtinê de Konsulê Giştî yê Koriyaya Başûr di gel derbirîna kêfxweşiya xwe ji bo hevdîtina Serok Barzanî, rêz û spasiya xwe ji bo rola Serok Barzanî di xebata neteweyî û niştîmanî ya gelê Kurdistanê de nîşan da û bilind nirxand.

Konsulê Giştî yê Koriyaya Başûr her weha bal kişand li ser wekheviya xebat û berxwedana gelê Koriya û gelê Kurdistanê û xwesteka welatê xwe ji bo pêşxistina têkilî û hemahengiyê di warên perwerde, tenduristî û warên din de ragihand.

Ji aliyê xwe ve, Serok Barzanî amaje bi mana Hêzên Zeytûnê kir ku piştî pêvajoya rûxandina rêjîma berê li Hewlêrê bi cih bûbûn, û spasiya xwe ji bo erk û çalakiyên wê hêza li Kurdistanê hebû nîşan da, û hatina wê hêzê wek destpêka têkilî û dostaniya navbera gelê Kurdistanê û gelê Koriyaya Başûr bi nav kir.

*Mijarên din

Di beşeke din a hevdîtinê, di derbarê rewşa navçeyê û metirsiyên serhildana terorê û pêvajoya siyasî ya Herêmê de danûstandina bîr û ramanan kirin.