Tîma Hesekê bû lehengê qehremaniya Rojava ya topa pê
Welat TV - Hewlêr
Tîma Hesekê bi 4 golên bê beramber, bû lehengê qehremaniya Rojava ya topa pê li bajarê Hanover ê Elmanya.
Duh, lîstika dawîn a qehremaniya Rojava ya Topa pê li bajarê Hanover ê Elmanya di navbera tîmên Hesekê û Efrînê de bi rê ve çû.
Lîstik ji berjewendiya Hesekê re bi 4 golên bê beramber bi dawî bû, bi vê yekê jî Tîma Hesekê bû yekem di qehremaniyê de.
Her yek ji tîmên Efrîn, Kobanî, Qamişlo û Hesekê beşdar bûn.
Sala bûrî di yekem gera qehremaniyê de Efrîn bûbû qehremanê wê.